H’emû nûçe

Ji Çînistanê k’omeke matêrîyalên doxtirîyêye bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê dîsa cîguhastî Ermenîstanê kirine

Kamêndantê Ermenîstanê Tîgran Avînyan e’lam kirîye,wekî 15-ê nîsanê îdî cara duda ji Çînistanê eşîya û matêrîyalên doxtirîyêye anegor dîsa bi teyareke mayîn cîguhastî Ermenîstanê kirine.Bi gotina wî p’ir’anîya vî barî anegorî berne’ma Organîzeya Net’ewên Yekbûyî, usa jî bi fînansên hevaltîyên Êdûardo Êr’nêkyan û fonda “Gava min”, usa jî donorên mayîn hatîye destanînê. Bi teyarê usa jî k’îsî dewleta Ermenîstanê, usa jî xêrkirên Çînistanê aparat û dezgehên doxtirîyê anîne Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button