SerekeSîyasî

P’ir’anîya mihacira r’ûê neqewînbûna h’alda naxwezin veger’ine malên xwe

P’ir’anîya mihacirên ku li K’urdistanê dimînin, r’ûê neqewînbûna h’alê li neh’îyên wanda naxwezin her’ine malên xwe.Derheqa wê yekêda serokê merk’eza K’urdistana Îraqêye koordînasîyakirina krîzîsa Hoşeng Meh’med gotîye. Wextê hevp’eyvîna t’evî “BasNews”-ê H’oşeng Meh’med daye dîyarkirinê,wekî niha li K’urdistanê, li 28 qamp’ada, nêzîkî 778 h’ezar mihacir hene û 7O selefê h’ewcetîyên wan h’ukumata herêmê dide ç’areserkirinê.Ewî usa jî gotîye,wekî h’ukumata Îraqê bangî mihacira kirîye, ku ew paşda veger’ine malên xwe, lê mihacir naxwezin veger’in, h’etanî ku neh’îyên wan bêne dasekinandinê û h’al bê normalkirinê.H’oşeng Meh’med usa jî bîr anîye,wekî t’eşkîletên hûmanîtarî alîk’arîya ku dişandin, kêm kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button