H’emû nûçe

Zar’oka du mehî û dayîka wêye bi koronavîrûsê nexweşk’etî îdî qenc bûne

Zar’oka du mehî û dayîka wêye bi koronavîrûsê nexweşk’etî îdî qenc bûne. Anegorî me’lûmetîyên stendî, zar’ok û dayîka wê li nexweşxana “Grîgor Lûsavorîçê Pîroz” qenc dibûn.Ji nexweşxanê gotine wekî zar’ok û dayîka wê qenc bûne û ji nexweşxanê çûne mala xwe.Em bîr bînin,wekî 27-ê adarê wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan weşana xweye zindîda gotibû,wekî zar’oka du mehî û dayîka wê birine nexweşxanê, çimkî cem wan nexweşîya koronavîrûsê îzbat bibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button