H’emû nûçe

Encamê piştî koronavîrûsê yên li ser organîzma mêriv mayî, hatine eşkerekirinê

Wextê ku koronavîrûs êtapa gelekî girandane, nava wî h’alîda xwîna mêriv hildane û analîz kirine.E’yan bûye,wekî koronavîrûs dikare nava xwîna mêrivda êrîşê bibe ser hêmoglobînê.Derheqa wê yekêda lêk’olînkirina ulmdarên ûnîvêrsîtêta Vêronayêye li Îtalîyayê şe’detîyê didin.Bi gotina ulmdara, ev yek dide k’ifşê,wekî aparatên hewê dikarin bê feyda bixebitin, wextê ku nexweş h’alekî girandane, çimkî nava wê êtapêda hêmoglobîna nexweşa gelekî kêm dibe.Bo wê yekê jî lêk’olîner pêşnîyar dikin, ku li cem nexweşên wî cûr’eyî pêşda dereca hêmoglobînê kontrol bikin.Heger hêmoglobîn gelekî kême, wî çaxî gerekê bizanibin wekî h’al gelekî girane, çimkî bi wê yekê tê k’ifşê, ku nexweşî pêşda diçe. “Wî çaxî lez lazime lêk’olîna bikin, k’îjan wê îzinê bidin, ku h’al qîmetkin bona ku bizanibin ku lazime bona sekinandina nexweşîyê xwînê gerekê biguhêr’in, yan na”,-ulmdar dibêjin. 16-ê nîsanê doxtirê ku ji Îtalaîyayê û Îspanîyayê hatine e’lam kirine, wekî wextê ku li ser lingên nexweşa dide der, ew jî nîşaneke nexweşîya koronavîrûsêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button