SerekeSîyasî

Hewlêr û Beg’da p’ev k’etine ku deranîna neftê bidine kêmkirinê

H’ukumata Herêma K’urdistanê û h’ukumata Îraqêye Fêdêral bi hevr’a qayîl bûne, ku sîyasîa OPKE-ê xweyîkin û deranîna neftê bidine kêmkirinê.Wezîrê K’urdistanêyî fînansa û êkonomîkayê Avat Cenab bi r’êberîya dêlêgasîya derecabilind çûne Beg’dayê û ev pirs t’evî wezîrê Îraqêyî neftê hatîye gotûbêjkirinê.Wextê prêss-konfêransa piştî r’asthatinê, herdu alîya jî hevr’axeberdan çawa yên pozîtîv nav kirine.Dêlêgasîya k’urda îzbat kirîye,wekî ewê dîna xwe bidine qirara h’ukumata Îraqê û nava doranên sîyasîya OPKE-da wê qirarê xweykin. Dêlêgasîya k’urda usa jî pirsa deranîna gazê gotûbêj kirîye.Wezîrê K’urdistanê gotîye,wekî ew gihîştine qayîlîyê ku deranîna gazê bidine berfirekirinê bona ku alî sêktora ênêrgêtîkaêye li K’urdistanê û Îraqê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button