H’emû nûçeSereke
Seroketîya avtonomîya bakûr û r’ohilatê Sûrîyayê e’lametîya nivîsar belav kirîye

Seroketîya avtonomîya bakûr û r’ohilatê Sûrîyayê e’lametîya nivîsar belav kirîye,k’îjanêda hatîye dîyarkirinê,wekî anegorî înîsîyatîva asamblêya Sûrîya Dêmokratîk û çawa caba banga k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî, usa jî wek’îlê organîzeyêyî li Sûrîyayê qirar kirîye, ku girêdayî belavbûna koronavîrûsêr’a girtîya aza berdin. Qirar hatîye qebûlkirinê, ku wan girtîya aza berdin, salên k’îjana îdî ser hevda tên, usa jî ewên ku bi nexweşîyên k’ironîk nexweşin. Şêwira avtonomîyayê wê navnîşên wan girtîya hazirkin û nava dorana wê prosêsêda aza berdin.Em bîr bînin,wekî çarê nîsanê wextê prêss-konfêransê hatibû e’lamkirinê, ku wê komîtê bê sazkirinê, ya ku wê pirsên girtîya û wan merivava mijûlbe, yên ku hatine r’evandinê.