H’emû nûçeSereke

T’eşkîleta h’emdinîyaêye saxlemîxweykirinê alîk’arîya doxtirîyêye bi sirê bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê gîhandîye h’ukumata Herêma K’urdistanê

T’eşkîleta h’emdinîyaêye saxlemîxweykirinê alîk’arîya doxtirîyêye bi sirê bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê gîhandîye h’ukumata Herêma K’urdistanê.Ew alîk’arî lez hatîye kirinê, dik’evine nava k’îjanê dem û dezgeh û eşîyayên doxtirîyêye bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê.Ev beşa alîk’arîyê bi h’evt avtomaşînên barbir, ya bahê 426 732 dolara gihîştîye K’urdistanê. Nava wan barada eşîyayên doxtirîyêye cûr’e-cûr’e û usa jî aparatên dayîna hewê bûne. “T’eşkîleta h’emdinîyaêye saxlemîxweykirinê girêdayî h’alê t’endurustîya cime’ta Îraqêr’a, xemgîne û wê alîk’arîya têxnîkî û matêrîyalî berdewam bike”,-wek’îlê t’eşkîletê Adam Îsmayîl gotîye.Wezîreta K’urdistanêye saxlemîxweykirinê bona alîk’arîyê r’azalixî e’lamî t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button