H’emû nûçeSereke

Baylozxana Îraqê: 22-ê nîsanê teyare wê hazirbe, bona ku welatîyên K’urdistanê veger’ine welatên xwe

Baylozxana Îraqêye li Moskvayê e’lam kirîye,wekî welatîyên Îraqêye k’urd û yên ji Herêma K’urdistanê, yên ku li R’ûsîyayêne û dixwezin paşda veger’ine K’urdistanê, dikarin fir’egeha Beg’dayêr’a her’ine K’urdistanê.Hatîye r’agîhandinê,wekî 22-ê nîsanê teyare wê ji Moskvayê her’e Beg’dayê û ewên ku dixwezin paşda veger’ine Îraqê û K’urdistanê, dikarin bi vê teyarê paşda veger’in. Welatîyên k’urd, yên ku wê her’ine Beg’dyê, wê paşê ji wir jî her’ine K’urdistanê.Ev qirar pêşda ji alîyê serekwezîêrê K’urdistanê Me’srûr Barzanîda hatibû qebûlkirinê, ku îzinê bidin welatîyên K’urdistanê paşda veger’in. Gelek welata jî wî cûr’eyî kirîye û welatîyên xwe paşda anîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button