H’emû nûçeSereke

Çînistanê cara çara barê bona alîk’arîya bo şer’k’arîya dijî koronavîrûsê gîhandîye K’urdistanê

2O-ê nîsanê Çînistanê cara çara barê eşîya û dezgehên doxtirîyê şandine K’urdistanê, ku nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsêda piştgirîyê bidine K’urdistanê.Ew bar hatîye fir’egeha Hewlêrê, lê k’îderê konsûlê Çînistanê Nî R’ûçî t’eslîmî wezîrê K’urdistanêyî saxlemîxweykirinê Saman Barzincî kirîye.Wezîrê k’urd r’azalixî e’lamî h’ukumata Çînistanê kirîye û gotîye,wekî nava vî barîda h’evt cûr’e eşîyayên doxtirîyê, 1OO8 komplêktên têsta û usa jî eşîyayên doxtirîyê hene.H’ukumata Herêma K’urdistanê hela hê bi açixî dijî krîzîsê şer’karîyê dike.H’etanî niha li K’urdistanê 337 nexweş hene, çar meriv wefat bûne û 26O-î jî qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button