SerekeSîyasî

Îraq hela hê pirsê gotûbêj dike ku komplêk’sên R’ûsîyayêye S-4OO bik’ir’e, yan na

Nenihêr’î e’şaretîyên ŞAY, Îraq hela hê mecalê lê dinihêr’e ku komplêk’sên r’ûsîye r’okêtaye S-4OO bik’ir’e, yan na. Em bêjin,wekî parlamêntê derheqa k’ir’îna wan koplêk’sada pêşda gotibû.Endamê komîtêya parlamênta Îraqêye bêqezîyabûnê û p’arastinê Bedir Az Zîyadî gotîye,wekî ew pirs hatîye gotûbêjkirinê û niha hîvîya qayîlîya serekwezîrin.Ewî usa jî gotîye,wekî qirara dawî piştî sazkirina h’ukumatê wê bê qebûlkirinê. Zîyadî daye dîyarkirinê,wekî Îraqêr’a wê hêsa nîbe, ku sîstêmên S-4OO bik’ir’in, çimkî ew sîstêmeke girane û bona k’ir’îna wê fînansên mezin û qirara sîyasî lazimin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button