H’emû nûçe

Bona qedirgirtina bîranîna cangorîyên k’omkujîyê pêşnyara h’ukumatê heye

24-ê nîsanê dergehên komplêk’sa bîranîna k’omkujîya Ermenîya wê girtîbe.Li sera h’ukumatêye prêssayê pirês-konfêrans derbaz bûye, wextê k’îjanê serokê admînîstrasîya serekwezîr Êdûard Ag’acanyan daye dîyarkirinê,wekî van r’ojên dawî h’ukumatê pirsên girêdayî t’eşkîldarîyên 24-ê nîsanêr’a gotûbêj kirine û cêrge pêşnîyar û qirar r’aber kirine. T’eşkîldarîyên girêdayî wê yekêr’a wê 23-ê nîsanê destpêbin. Êvarê seh’eta neha wê zengilên dêraxin, bin dengên k’îjanada wê îşiqên soqaqên Yêrêvanê û merk’ezên qeza bêne temirandinê.Emê bang bikin ku îşiqên mala jî bitemirînin û berê xwe bidine berbi komplêk’sa cangorîyên k’omkujîyê, yan jî weşana têlêvîzîyonê t’emaşekin û bi îşiqên t’êlefonên xwe ji p’encera hazirîya yekbûyî, ya dora agirê hert’imî, bidine k’ifşê”,-Ag’acanyan gotîye.24-ê nîsanê ji seh’eta h’eyşta destpêkirî welatî dikarin nivîsarên xwe bişînine li ser h’ejmara 1915 û bi wê yekê t’evbûna xweye t’evî t’eşkîldrîyên r’ojê îzbatkin. “Navên welatîyên ku e’lametîyên xwe bişînin, wê li ser dîwarên komplêk’sa bîranînê bêne k’ifşê.24-ê nîsanê seh’eta deha wê seredanên serekwezîr, serokk’omar, patrîyarxe li komplêk’sa bîranînê destpêbin”,- Ag’acanyan gotîye. Bi meremê bêqezîyabûnê û t’eşkîldarîyê ji 21-ê nîsanêda, komplêk’sa bîranînê hatîye girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button