H’emû nûçe

Merivê yaşê xweda mezin, yê ku li Ermenîstanê koronavîrûs alt’ kirîye, 93-salîye

Li Ermenîstanê nêzîkî 5O-î welatî, yên ku ji 7O-salî jortirin û bi koronavîrûsê nexweş bûne, ew nexweşî alt’ kirine.Ji wana hinekî zêde jinin.H’alê p’areke wan nexweşa yê navîn bûye, lê yên mayîn nava h’alê giranda bûne.Nava wan merivada, yaşê k’îjana ji 7O salî zêdetire, yê herî mezin jineke 93-salî bûye. H’alê pêşda yê navîn bûye, peyî k’îjanîr’a ew bere-bere berbi qencbûnê çûye.Ew jin qenc bûye û ji nexweşxanê çûye mala xwe.Jineke 9O salî jî qenc bûye û ji nexweşxanê derk’etîye. Peyî wanr’a jineke 88 – salî jî qenc bûye. Mêrekî 86-salî jî qenc bûye û çûye mala xwe.Em bêjin,wekî h’etanî 21-ê nîsanê h’ejmara nexweşaye t’omerî 14O1 bûye, 24 meriv wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button