H’emû nûçe

Li Ermenîstanê 8OOOO têst hene: wezîr e’lam kirîye wekî vê êtapêda k’îjan meriva têst dikin

Normên têstkirina konronavîrûsê berfire bûne û niha doxtira jî, merivên h’emile, yên ku berbir’î doxtira bûne û usa jî yên ku ji alîyê p’işikada xwe gazinin, têst dikin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotîye. “Berê me t’enê ew welatî analîz dikirin, yên ku ji welatên r’îskê hatibûn û usa jî ew meriv, yên ku t’evî wan nava p’êwendîyada bûne. Niha dorana analîza berfire bûye û em merivên kar’antînêda jî analîzêr’a derbaz dikin”,-wezîr gotîye.Bi gotina wezîr r’oj heye, wextê ku hejmara têstkirina ji h’ezarî jî derbaztir dibe.Ew şuxulk’arî carina bona xebatên laboratorîyaye profîlaktîkda disekinin û çimkî ew yek pêwîste.Wezîrê saxlemîxweykirinê usa jî gotîye,wekî girêdayî normên têstkirinêr’a, diqewime zûtirekê dîsa berfirebûn hebin.Gilî derheqa wê yekdane,wekî dikarin li îdarên mayîn jî destbi têstkirina bikin. Wezîreta saxlemîxweykirinê piştgirîyê dide polîklînîka jî ku ew bikaribin analîzê hildin û bişînine li cîyê têstkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button