SerekeSîyasî

Meh’kema t’irkên cahil salên 1919-1921, naskirina k’umkujîya Ermenîyaye ji alîyê t’irkada

Nava cêrga dokûmêntên cûr’e-cûr’eda yên ku k’omkujîya Ermenî îzbat dikin, layîqî bîranînêne usa jî dokûmêntên derheqa meh’kemên t’irkên cahile li meh’kema Stembolêye leşkerîda, yên ku bona cîşih’itandin û qet’ilkirinên ermenîda hatine meh’kemekirinê. K’omkujîzan Vahagn Tatryan gotîye wekî dokûmêntên van meh’kema hema dijî înk’arkirina k’omkujîyêye ji alîyê t’irkadane.Piştî şer’ê h’emcîhanêyî e’wlin, împêratorîya Osmanî bin k’et û li wir h’alekî giran bû. H’ukumata T’alêat p’aşa ji serk’arîkirinê dûr k’etibû û h’evt r’êberên t’irkên cahil, nava wanda usa jî T’alêat r’evîbûne Almanîyayê. Li T’irk’îyayê bi tirseke mezin hîvîya kapîtûlyasîya wan welatên mezin bûn, yên ku serk’etibûn û li T’irk’îyayê hîvîya h’alekî giran bûn. Bona wê yekê t’irkên cahil dihatine gunek’arkirinê.Wî çaxî li meh’kema Stembolêye leşkerî prosêsên meh’kemê dijî t’irkên cahil derbaz dibûn, nava wanda 63 prosêsên bi gunek’arkirina partîya t’irkên cahil û endamên h’ukumatê û cêrge serk’arên başqe. Dihate dîyarkirinê,wekî ermenî anegorî progirama dewletêye pêşda hazirkirî hatine qet’ilkirinê. Feqet bi mesela vê yekê meriv dikare bê li ser wê fikirê,wekî xirabk’ar gerekê li welatên xwe neyêne meh’kekirinê. Xirabk’arîyên wî cûr’eyî gerekê li meh’kemên navnet’ewî bêne meh’kemekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button