Sereke

Mûzêya k’omkujîya Ermenî girêdayî 24-ê nîsanêr’a nîşandayîna onlayne nû r’aber dike

Înstîtûta mûzêya k’omkujîya Ermenî nîşandayîna onlayne nû r’aber dike, ya p’êşk’êşî “Şer’ên xwep’arastinêye li Kîlîkîyayê, yên salên k’omkujîya Ermenî”. Nîşandayîn p’êşk’êşî sedsalîya şer’ên Maraşê, Hacinê, E’ynt’abê dikin. “Sala 2O2O-î sedsalîya şer’ên xwep’arastinêye li Maraşê, Hacinê, E’ynt’abê demam dibe û girêdayî vê yekêr’a 16-17-ê nîsanê mûzêya k’omkujîya Ermenî t’evî patryarxîya mala Kîlîkîyayê têr’a dîtibû civîna ulmîye navnet’ewî t’eşkîl bikira û nîşandayîna we’delû derbaz bikira.Feqet, bi h’esabhildana h’alê girêdayî belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a ew civîn bi we’dê nee’yan hate paşdaêxistinê, lê nîşandayîna wê bi formata onlaynê wê bê r’aberkirinê. “Şer’ên berxudana li Kîlîkîyayê” t’êma nîşandayînêye û ew bi du zimana, ermenî û înglîzî tê derbazkirinê. Nava vê nîşandayînêda ji dîroka osmanîya destpêkirî h’etanî cîşih’itandina ermenîyaye li Kîlîkîyayê tê r’aberkirinê. Şer’ên berxudana li wir, bi t’aybetî yên sala 1915-a, yên salên k’omkujîya Ermenî hatine dîyarkirinê.Xêncî wê yekê şer’ên sala 192O-ye li Maraşê, Hacinê, E’ynt’abêye xwep’arastinê tê nîşandayînê”,-nava e’lametîya mûzêyî-înstîtûta k’omkujîya Ermenîda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button