H’emû nûçe

Em dixebitin bo ku gar’antîyayê bidin, wekî dermanê bighîjine h’emû welata:Afêyan

H’îmdarê t’eşkîldarîya hûmanîtarîye “Avrora”-ê, h’îmdarê bîotêk’nolocîye “Moderna Therapeutics”-ê Nûbar Afêyan dibêje,wekî belavbûna nexweşîya koronavîrûsê krîzîsa navnet’ewî çê kirîye û bo wê yekê lazime ku h’elkirinên navnet’ewî hebin. Derheqa wê yekêda Afêyan wextê gotûbêjkirina onlaynê, ya p’êşk’êşî bîranîna k’omkujîya Ermenî caba pirsê daye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî cêr’ibandina derman tişteke, lê piştî çiqas we’de welatê mînanî Ermenîstanê wê bikaribe wî dermanî nava h’alê krîzîyêda bide xebatê, tiştekî mayîne. Bi gotina Afêyan li dinîyayê bi deha h’ezara ulmdar wê pirsêva mijûlin û diqewime ew nikaribin carekêr’a nexweşa qenc bikin, lê ew derman bimîne bona nexweşên pêşer’ojê. “Em gerekê bi têk’nolocîyên pêşk’eftî xwe bip’arêzin. Xwebaşqekirin gava e’wline, lê t’emamîya dinîyayê dixebite û hêvîdare wekî gerekê derman hazirke.Hevaltîya me jî ji wan hevaltîyaye ku li ser wê yekê dixebite. Nava vê meydanêda hela hê gelek tiştên nee’yan hene.Çi ku derheqa welatên mînanî Ermenîstanêdane, ez gerekê bêjim wekî ev ce’dandinên ku tên xebitandinê, bona piştgirîya t’emamîya dinîyayê têr’a hatine dîtinê.Em nava we’dekî usada dijîn, li k’îderê miletçîtî derba diha mezin stendîye, lê ne ku ew welat, yên ku dixwezin xwe bip’arêzin. Ez bawarim,wekî binelîyên t’emamîya dinîyayê wê vê pirsê h’elkin, ya ku wê bona h’emûya hêsabe”,-Afêyan gotîye. Bi fikira wî, krîzîsa niha wê bîr bîne,wekî îdarên global pêwîstin, yên ku sedsala derbazbûyîda hatine h’îmdanînê, lê niha tê bêjî ze’yîf dibin. Afêyan daye dîyarkirnê,wekî ewê bibe cabdarîya sîstêmên navnet’ewî, yên mînanî t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê û sîstêmên mayîn. “Em t’evayî dixebitin bona ku gar’antîyayê bidin,wekî derman wê bighîjine h’emû welata.Ermenîstanê jî wî dermanî bistîne. Eva krîzîsa navnet’ewîye û bona wê yekê h’elkirinên navnet’ewî pêwîstin”,-wî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button