H’emû nûçe

Li cem 62 meriva jî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye: hejmara nexweşên îzbatbûyî gihîşte 18O8-a: merivek wefat bûye, 15 jî qenc bûne

Anegorî h’esabên 27-ê nîsanê, şebeqê seh’eta 11-a, li cem 62 meriva jî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye.Derheqa wê yekêda ji merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya r’agîhandine.Em bîr bînin,wekî anegorî me’lûmetîyên belavkirî, h’etanî duh 1746 nexweş hebûne.Lê h’etanî r’oja îroyîn hejmara wana gihîştîye 18O8 merivî. Hejmara têstaye t’omerî 18547-e û niha 931 meriv qenc dibin. H’etanî niha 848 meriv qenc bûne, lê 29 nexweş jî wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button