H’emû nûçe

21O teyare û h’elîk’op’t’êrên baza r’ûsaye li Ermenîstanê wê nehê gulanê fir’înên xwe bidine k’ifşê

Qewatên baza R’ûsîyayêye li Erenîstanêye cîwarkirî, yên hewê wê t’evî t’eşkîldarîyên p’êşk’êşî 75-salîya serk’eftina nava şer’ê Wet’enîyêda bibin.Derheqa wê yekêda fermandarê eskerên baza R’ûsîyayêye li Ermenîstanê, gênêral Alêk’sandr Dvornîkov e’lam kirîye. “Fir’înên nîşandayînê wê nehê gulanê seh’eta deha li 12 bajar’ên Ermenîstanê, usa jî li Yêrêvana p’ayt’ext bên derbazkirinê. Fir’înên teyara wê li r’ex t’eşkîldarîyên li p’areskera derbazbin”,- Dvornîkov gotîye. Bi t’omerî hildayî, 124 teyare û 84 h’elîk’op’t’êr wê t’evî wan nîşandayîna bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button