
H’eyşt ç’ekdarên DAÎŞ-ye girtî, ji wê h’ebsê derk’etine, yên ku bin kontrola k’omên Sûrîyaêye îslamîstdane û piştgirîya T’irk’îyayê dikin.T’eşkîleta Sûrîyayêye mafên mêriv r’agîhandîye,wekî girtîyên cîhadîst bi cûr’ê nee’yan ji wê h’ebsê derk’etine, ya ku bin kontrola k’oma T’irk’îyayêye “Al H’emzeyêda”-ne, li r’ohilatê H’elebê. T’eşkîletê usa jî daye dîyarkirinê,wekî li h’ebsên ku bin kontrola k’omên piştgirên Enqerêdanin, pêşda jî bûyarên wî cûr’eyî qewimîne, li wir dîsa ç’ekdarên DAÎŞ-ê ji h’ebsê dûrk’etine û derbazî Lîbîyayê bûne û li wir şer’k’arîyê dikin.