H’emû nûçe

Li E’frînê t’eqîna mezin qewimîye: k’atibê ŞAY banga aşîtîyê kirîye

Li E’frînê r’ûê t’eqîna sîstêr’na ardûye mînkirîda 4O meriv hatine kuştinê, nava wanda 11 jî zar’ok. Piştî kirina têr’orîstîye li E’frînê k’atibê ŞAY Mayk’ Pompêyo bang kirîye, ku agirbest bê xweykirinê. Cabdarîya t’eqîna mîyaserkirî Enqera r’esmî avîtîye li ser k’urda.”ŞAY bang dike, ku r’êjîma agirbestê li E’frînê piştî vê kirina têr’orîstîyê xweykin, r’ûê çida merivên bêsûc û guneh hatine kuştinê. Barbarîyên vî cûr’eyî bona h’emû alîya jî tiştên îzinnedayînêne”,-Mayk’ Pompêyo r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Em bîr bînin,wekî T’irk’îyayê gelek cara ŞAY nava wê yekêda gunek’ar kirîye ku ew piştgirîyê dide hêzên xwep’arastina gel. Enqere wê qewatê çawa baskekî PKK-ê h’esab dike û wê çawa t’eşkîleta têr’orîstîyê nav dike.Damişqa r’esmî jî hazirîya qewatên t’irkaye li Sûrîyayê çawa gava neqanûnî h’esab dike û bangî Enqerê dike ku esker ji Sûrîyayê derxin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button