H’emû nûçe

Li Ermenîstanê h’ejmara nexweşaye r’oja îroyîn bi 65 merivava zêde bûye û gihîştîye 1932 merivî

Merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya h’esabên h’etanî r’oja îroyîn belav kirine.H’ejmara nexweşaye li Ermenîstanê nava r’oja dawîda bi 65 merivava zêde bûye û gihîştîye 1932 merivî. 9OO meriv îdî qenc bûne, lê h’ezar niha qenc dibin. Bi t’omerî hildayî 2O189 têst hatine kirinê, lê hejmara merivên wefatbûyî gihîştîye 3O-î merivî. Em bîr bînin,wekî r’ûê belavbûna koronavîrûsêda ji 16-ê adarê h’etanî 14-ê nîsanê h’alê qeydeder hatibû e’lamkirinê. Feqet, 11-ê nîsanê wextê civîna h’ukumatê, cîgirê serekwezîr Tîgran Avînyan pêşnîyar kir ku bi 3O-î r’ojîva r’êjîmê bidine dirêjkirinê. Bo wê yekê jî 13-ê nîsanê ew qirar hate qebûlkirinê û h’alê qeydeder wê h’etanî 14-ê gulanê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button