H’emû nûçe

“Nenihêr’î wê yekê, wekî ç’îya li T’irk’îyayêye, lê ew dîsa dilê ermenîyada dimîne”:dêpartamênta ŞAY-ye dewletê kovara xweda derheqa Ermenîstanêda nivîsîye û şikilê ç’îyaê Araratê belav kirîye

Dêpartamênta ŞAY-ye dewletê her meh kovara xwe çap dike û hejmara meha nîsanêda derheqa Ermenîstanêda miqala berfire belav kirîye.Tiştekî berbiç’e’ve, wekî nava şikilên miqalêyî serekeda ç’îayê Araratê hatîye r’aberkirinê, lê li ser fona ç’îya jî dêra Xor Vîrapê tê k’ifşê.Komîsîya data Ermenîaye li ŞAY r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda derheqa miqalêda nivîsîye û gotîye,wekî şikilê ç’îyayê Araratê wê hêrsa T’irk’îyayê r’ake. Miqaledara kovarê Lîya Mîlêr, ya ku li Ermenîstanê endama t’eşkîla xebatk’arên baylozxana ŞAY-ye, têr’a divîne wekî Ararat sîmvola Ermenîstanêye miletîyêye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî ç’îyayê Araratê nava t’opraxa T’irk’îyayêdane, lê ew dîsa dilê ermenîyada çawa sîmvola çandî û k’ubarîya dîrokî dimîne. Miqalêda usa jî derheqa dîroka Ermenîstanêda, çanda wê, aspêjxana wê, şorişa e’dile du sal pêşda û hevk’arîya h’ukumata Ermenîstanêye t’evî baylozxana ŞAY-î hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button