H’emû nûçe

Van r’ojên dawî têmpa zêdebûna nexweşîya koronavîrûsê dîsa usaye, ji dereca sisîya h’etanî pênc selefaye:wezîr

Van r’ojên dawî têmpa zêdebûna nexweşîya koronavîrûsê dîsa usaye, ji dereca sisîya h’etanî pênc selefaye. Derheqa wê yekêda wezîrê Erenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Bi gotina wî li hev hatîye wê yekê hinekî bidine r’astkirinê, li hev hatîye we’de dest bînin û bona şer’k’arîya dijî nexweşîyê sîstêma diha qewîn û t’eşkîlkirî sazkin. “Feqet wan ce’dandina gerekê hela hê berdewamkin, em gerekê bona belavbûna nexweşîyê cabdarbin. Sistkirina sînorkirina nade k’ifşê,wekî îdî qezîya nexweşk’etinê t’une, bi t’aybetî bona merivên yaşên xweda mezin û bi nexweşîyên k’ronîk, bav û dayîkên me, kalik û pîrikên me”,-wezîr nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button