SerekeSîyasî

Civîna şêwira Avropayêye parlamêntîyê bangî T’irk’îyayê kirîye, ku lez gavên hindava girtîya biavêjin

Civîna şêwira Avropayêye parlamêntîyê bangî T’irk’îyayê kirîye, ku lez gavên hindava girtîya biavêjin.Banga organîzeyê li ser h’îmê bangên pêşda hatîye belavkirinê.Gilî derheqa wê yekêdane, wekî 14-ê nîsanê li T’irk’îyayê qanûn hate qebûlkirinê, ku 9O h’ezar girtîya r’ûê belavbûna koronavîrûsêda aza berdin, bona ku ew vîr’ûs h’ebsada belav nebe, lê ew qanûn li ser k’omên girtîyaye mayîn belav nebû. Nava banga belavbûyîda hatîye gotinê, wekî şêwira Avropayê gavên hindava 9O h’ezar girtîya silav dike, lê mixabin parlamênta T’irk’îyayê ew qirar bona girtîyên sîyasî, r’ojne’mevana, ulmdara û aktîvîstên mayîn îzbat nekir. Civîna şêwira Avropayêye parlamêntîyê bîr anîye,wekî T’irk’îya çawa dewleta endama şêwira Avropayê gerekê qanûnên organîzeyê jî xweyke, mafên mêriv bip’arêze û wê qanûnê bona h’emûya bide xebatê. Organîzeyê guman e’lam kirîye,wekî seroketîya t’irka wê gavên anegor biavêje ku vê neheqîyê bide r’astkirinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî opozîsîyona li T’irk’îyayê berbir’î meh’kema konstîtûsîyon bûye û şêwira Avropayê gumane,wekî meh’kema konstîtûsîyon wê qirara lez li ser qîmetî û normên şêwira Avropayê qebûlke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button