H’emû nûçeSereke

Zyaretên êzdîyaye li E’frînê ji alîyê k’omên piştgirên t’irkada hatine xirabkirinê

K’omên piştgirên T’irk’îyayê dîsa li E’frînê meg’berên êzdîya xirab dikin. Bi gotina aktîvîstên cî, meg’ber, zyaretên r’uh’anî û meg’berên êzdîyaye li E’frînê ji alîyê k’omên sîlih’kirîda hatine xirabkirinê.Fonda bi navê “Êzdîna”-ê ya ku dîna xwe dide kirinên wî cûr’eîye dijî êzdîya, înformasîyonên dawî bi vîdêoyê hazir kirine.Hatîye dîyarkirinê, wekî bi gotina wan, ewê wana nîşanî civaka navnet’ewî bikin bona ku ew bikarin alî êzdîyên li bakûrê Sûrîyayê bikin. Meg’berên êzdîya li çend gundên dor-bera hatine xirabkirinê.Binelîyên gund cêr’ibandine wana bidine dasekinandinê, lê dewsa wan xirabkirina k’ifşe. Hatîye r’agîhandinê,wekî li Herêma E’frînê nêzîkî 35 h’ezar êzdî hebûn, lê niha hejmara wan gihîştîye sê h’ezara.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button