H’emû nûçe

32O xebatk’arên doxtirîyê bi koronavîrûsê nexweş k’etine, t’u kes wefat nebûye:Arsên T’orosyan

Ji 2386 nexweşa, 32O meriv xebatk’arên doxtirîyêne.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Vê pirsê gelek cara didin û ez bêji,wekî ji 2386 nexweşa, 32O meriv xebatk’rên doxtirîyêne. Mixabin, eva tiştekî nebaşe, lê meriv dikare bêje, ku ev yek tiştê bûyînêye. Hûn dikarin bînin ber ç’e’vê xwe ku bona sîstêma saxlemîxweykirinê çiqasî dijware, ku yan vî merivî gerekê qenc bikin, yan jî yekî mayîn başqe bikin, û ew meriv gerekê nexweşê bi koronavîrûsê qenc bike.Bi h’esabhildana we’dê nexweşîyêyî dirêj, xebatk’arên doxirîyê we’dekî dirêj nikarin bixebitin.Em bêjin,wekî nava xebatk’arên doxtirîyêda t’u kes wefat nebûye, çimkî wezîreta saxlemîxweykirinê gotîye, ku merivên ji 6O salî zêdetir û yên bi nexweşîyên k’ronîk li malên xwe bimînin.Ev yek jî xebatê dide dijwarkirinê, çimkî gelek xebatk’arên doxtirîyê nikarin alî hevalk’arên xweye cahil bikin û şer’k’arîyê dijî nexweşîyê mîyaser bikin”,-wezîr nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button