H’emû nûçeSereke

Barzanîyê serekwezîr bang dike ku dîyaloga t’evî Beg’dayê bona p’arastina “mafên konstîtûsyîonda” berdewam bikin

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî bang kirîye ku dîyaloga di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda nava doranên p’arastina “mafên konstîtûsîyonda” berdewam bikin.Serekwezîr r’oja şemîyê r’astî dêlêgasîya h’ukumata herêmê hatibû, ya ku h’evtîya derbazbûyî bona hevr’axeberdana û h’elkirina pirsgirêkên di navbera K’urdistanê û Îraqêda çûbû Beg’dayê.Cîgirê serekwezîr Qubad T’elebanî, yê ku serk’arîya dêlêgasîyayê kiribû, derheqa encamên seredanêda r’aber kirîye. Hatîye r’agîhandinê,wekî nava vê h’evtêda jî dêlêgasîyayê carekê jî her’e Beg’dayê.Xeberdan usa jî derheqa mîyaserkirina qanûna r’êformêda çûye.Em bêjin,wekî Îraqê beşa byûcêya Herêma K’urdistanê daye kurtkirinê, bi k’îjanê mi’aşên xebatk’arên dewletê tê dayînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button