H’emû nûçeSereke

H’ukumata Herêma K’urdistanê wê mi’aşa qulixçîyên dewletê ji “r’êsûrsên fînansîye sînorkirî” belav bike, nenihêr’î hevr’axeberdanên li Beg’dayê

H’ukumata Herêma K’urdistanê qirar kirîye, ku r’oja duşemê mi’aşa qulixçîyên dewletê ji “r’êsûrsên fînansîye sînorkirî” belav bike. Ev qirar piştî hevdîtina Me’srûr Barzanîyê serekwezîr û endamên dêlêgasîya h’ukumata herêmêye bi serk’arîya cîgirê serekwezîr Qubad T’elebanî hatîye qebûlkirinê. Ew dêlêgasîya van axirîya li Beg’dayê qesidîbû, ya ku bona h’elkirina pirsên girêdayî neftêr’a û byûyêca K’urdistanêr’a çûbû li wir.Beg’da h’ukumata herêmê nava wê yekêda gunek’ar dike,wekî anegorî peymana meha k’anûnê destanî, qet bar’êlek neft jî nehatîye şandinê. Bona xweykirina mi’aşên xebatk’arên dewletê, dêlêgasîya h’ukumata herêmê êvara sêşemê çûbû Beg’dayê ku wî h’alî gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button