SerekeSîyasî

DAÎŞ êrîşên xwe dide aktîvkirinê bona ku lîdêrê xweyî nû bide k’ifşê:wek’îlê Îraqêyî leşkerî

Êrîşên DAÎŞ-ye van axirîya, yên li provînsîyaên Îraqêye merk’ezê didine k’ifşê, ku DAÎŞ dixweze qewata xwe û lîdêrê xweyî nû bide k’ifşê.Nava van h’evtîyên dawîda DAÎŞ-ê zyaneke mezin gîhandîye eskerê Îraqêye li Salh’edînê, Dîyalê, K’irkûkê û neh’îyên mayîn.Hema t’enê r’oja şemîyê cîhadîsta nêzîkî 4O ç’ekdarên H’eşid Aş Şaabîyê kuştine. Bi gotina wek’îlê Îraqêyî leşkerî, lîdêrê DAÎŞ-yî t’eze Abû Îbrahîm al -Haşimî al- Kûrayşî gumane, ku h’ukumê xwe bide qewînkirinê û qewata xwe bi êrîşên nû bide k’ifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button