SerekeSîyasî

Derk’etina eskerên amêrîkîye ji çend bazayên Îraqê gîhande wê derecê wekî êrîşên DAÎŞ-ê diha zêde bûn:Zîbarî

H’ukumê li ser eskerê amêrîkî gîhande wê derecê wekî wana eskerên xwe ji çend bazayên Îraqê derxistin, r’ûê çida kirinên têr’orîstîye ji alîyê DAÎŞ-da zêde bûn.Derheqa wê yekêda p’êşekzanê leşkerîyî k’urd Babak’ir Zîbarî gotîye.Cîhadîsta zyaneke mezin gîhandine eskerê Îraqê, polîsîya fêdêral û r’ezedilvanên H’eşid Aş Şaabîyê û ev h’emû tişt nava çend r’ojada qewimîye.Babak’ir Zîbarî yê ku serk’arê ştaba eskerê Îraqê bûye, ji sala 2OO4-da h’etanî sala 2O15-a gotîye,wekî qirara parlamênta Îraqêye derheqa derxistina eskerê amêrîkîda bûyera bi qezîyaye. Bi gotina wî derk’etina eskerên amêrîkî aktîvbûna DAÎŞ-ê pêşda anîye.Gênêralê berê Zîbarî, yê ku niha şêwirmendê serokê Herêma K’urdistanêye, gotîye wekî h’esara Îraqêye sîyasî, nava encamên k’îjanêda h’ukumata sazbûyî t’une û usa jî valaya bqezîyabûnê pêşda hatîye, bi t’omerî hildayî gîhandîye pirsgirêkên nihaye mezin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button