H’emû nûçe

Li Ermenîstanê piştgirîya sosîyalî gerekê bidine mîlîonek 264 h’ezar merivî

Anegorî h’esabên 3O-ê nîsana sala îsalin, h’ukumata Ermenîstanê îdî bi berne’mên piştgirîya 14 mîlîyard 511 mîlîon diram p’araveyî li ser wan welatîya kirîye, yên ku nava h’ewcetîyêdanin. Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê pirsên xebatê û sosîyalî Arman Ûdûmyan gotîye. Bi gotina wî piştgirîya sosîyalî gerekê bidine mîlîonek 264 h’ezar merivî. “Ev hejmar dikare li ber ç’e’va mezin bê h’esabê, lê ew yek wê pirsêva girêdaîye,wekî anegorî hinek berne’ma, malbetek çend cara berbir’î wan progirama bûye, çimkî bi stendina alîk’arîyê bi r’îya progiramekê gumana wan heye ku piştgirîyê usa jî bona xercên komûnal wê bistînin”,-cîgirê wezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button