H’emû nûçeSereke

Li Hewlêrê û Silêmanîyê nexweşxanên bona koronavîrûsê girtine, çimkî nexweşên wan t’am qenc bûne

Nexweşxanên Hewlêrê û Silêmanîyêye bona qenckirina nexweşên bi koronavîrûsê dergên xwe piştî wê yekê girtin, wextê ku nexweşên li wir bi t’emamî qenc bûn. Midîrê nexweşxana Hewlêrêye R’izgarîyê Botan E’bdilqadir gotîye têlêvîzîyona R’ûadwê, wekî piştî derk’etina 91 nexweşa ji nexweşxanê, nexweşxane hatîye girtinê. Li wê nexweşxanê cîyên 45O-î merivî hene.Niha li nexweşxanê dêzînfêksîya derbaz dibe, bona ku ew nexweşên xweye hert’imî, yên ne bi koronavîrûsê nexweş, qebûlke. Nexweşxanên mayîne mexsûs hela hê vekirî dimînin.Feqet nexweşxana Silêmanîyêye bi navê şih’îd Eso dîsa dergên xwe piştî derk’etina nexweşa girtine. Li wir du nexweşxanên başqe jî hene, yên ku xebata xwe berdewam dikin.Em bêjin,wekî hejmara nexweşên bi koronavîrûsê li Herêma K’urdistanê bere-bere kêm dibe û bo wê yekê jî qanûnên qedexekirina transportê didine ze’yîfîkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button