SerekeSîyasî

ŞAY beşeke têxnîka leşkerîye nû dîsa gîhandîye K’urdistana Sûrîyayê

Leşkerên amêrîkî r’oja sêşemê beşeke têxnîka leşkerîye nû şandîye bazayên xweye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê. Merk’eza p’arastina mafên mêriv, ya li Sûrîyayê e’lam kirîye,wekî cêrga avtomaşînên amêrîkî ji alîyê dergehê sînore Al Walîdêva derbaz bûye û berbi provînsîya Hesekê çûye. Pêşda, dawîya meha nîsanê teyarên amêrîkîye barbir bi têxnîka leşkerî li bazayên alîyê Dêyr Zorê peya bûne. Xêncî wê yekê 3OO avtomaşînên barbir berbi bazayên li Hesekê çûne.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button