H’emû nûçe

Wek’îlê komîsîya Yektîya Avropayê gavên h’ukumata Ermenîstanêye dijî krîzîsê bilind qîmet kirine

Wek’îlê Avropayêyî pirsên cînartîya Yektîya Avropayê Olîvêr Varhêîn wextê axavtina bi vîdêoêye t’evî cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan, gavên h’ukumata Ermenîstanêye dijî krîzîsê bilind qîmet kirine û daye bawarkirinê,wekî nava r’ojeva Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda alîyên hevk’arîya ji alîyê cîgirê serekwezîrda pêşdak’işandî wê çawa pirsên girîng bêne xweykirinê. T’evî axavtina bi vîdêoyê bûye usa jî wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan.Hatîye r’agîhandinê, wekî cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Olîvêr Varhêîn, girêdayî k’ifşkirina wîr’a li wê qulixêda, ew pîroz kirîye û e’lam kirîye,wekî wextê xebata wî, hevk’arîya dualî wê diha k’ûrbe.Bona piştgirîya Yektîya Avropayê cîgirê serekwezîr ji navê h’ukumata Ermenîstanê r’azalixî e’lam kirîye. Ewî usa jî derheqa h’alê dijî krîzîsêye li Ermenîstanê daye dîyarkirinê.Wezîrê k’arên der Zohrab Mnasakanyan sirîya xweda nava h’emtêk’sta hevk’arîya Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda derheqa xweykirina dik’a hevk’arîya r’ohilatê daye dîyarkirinê. Zohrab Mnasakanyan derheqa girîngîya destpêka dîyaloga dora milahîmkirina r’êjîma vîzayêye di navbera Ermenîstanê û Yektîya Avropayêda xeberdaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button