H’emû nûçe

YÛNÎSÊF kanala p’erwerdêye li K’urdistanê bilind qîmet dike

Fonda navnet’ewîye bo piştgirîya zar’oka YÛNÎSÊF kanala têlêvîzîyonêye “P’erwerdeyî” bilind qîmet kirîye, ya ku li Herêma K’urdistanê nava doranên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê hatîye vekirinê. Nava e’lametîya YÛNÎSÊF-da hatîye gotinê, wekî pirsên p’erwerdê dikarin mîlîon nîvek xwendik’ar bistînin, ji dersxana e’wlin destpêkirî h’etanî dersxana 12-a, li ser kanala “P’erwerdeyî”.Hatîye dîyarkirinê,wekî zar’okên mihacirên li wir jî dikarin bi wê têlêvîzîyonê bêne p’erwerdekirinê.Usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî zar’okên ku ji mecala întêrnêtê miqûf mane, dikarin bi têlêvîzîyonê dersa derbazbin. R’ûê koronavîrûsêda bi mîlîona zar’ok li Îraqê nayêne p’erwerdekirinê.Ev kanal ji dudê gulanêda weşana xwe destpê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button