H’emû nûçeSereke

E’lametîya partîya Dêmokrasîya Gelaye derheqa r’evandina endama wane li Wanê

Endama şêwira partîya Dêmokrasîya Gela H’edîce K’ûyûn çarê gulanê ji alîyê çend merivada, yên ku xwe çawa xebatk’arên polîsîya Wanê r’aber kirine, r’evandine.Ew ji alîyê sê merivada hatîye sekinandinê û paşê ew bi destê zorê kirine avtomaşînê û ji bajêr’ derxistine. Merivên ku ew r’evandibûn, paşê gotine wekî dokûmêntên wane polîsîyayê yên qelp bûne û ew xebatk’arên polîsîyayê nînin. Feqet ew bi wan dokûmênta çend postar’a derbaz bûne. Merivên ku K’ûyûn r’evandibûn gotine wê, ku ew gerekê ji bajêr’ derk’eve. “Bona me gelekî hêsaye ku te bikine h’ebsê. Emê sîlih’ daynine berîka te, li ser k’îjanî wê cîyê pêç’îyên te bibînin.Wextê ku qedexa çûyîn-hatinê bê hildanê, hûn gerekê ji bajêr’ derk’evin”,-wan meriva wî cûr’eyî gef lê xwerine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button