H’emû nûçe

Heleqetîyên t’evî R’ûsîyayê li ser dereca bilindin:P’aşînyan

Heleqetîyên t’evî R’ûsîyayê li ser dereca bilindin. Derheqa wê yekêda, wextê civîna li parlamêntê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. Bi gotina wî nava sîstêmên întêgrasîyonda, yên bi t’evbûna Ermenîstanê û R’ûsîyayê, Ermenîstan dicêr’ibîne endemtîya nava wan t’eşkîletada k’ardarîyê bide bilindkirinê.Ewî gotîye,wekî sala 2O18-a wextê ku li Ermenîstanê h’alê sîyasîyî nû pêşda hat, ne t’enê R’ûsîya, lê usa jî Yektîya Avropayê r’astî hînbûna wan guhar’tina hatin. “Ermenîstan gerekê xwe bi statûsa nû r’aber bike”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button