H’emû nûçe

Qulixdarîya Ermenîstanêye bêqezîyabûna miletîyê pêşer’oja nêzîkda wê bi t’emamî şuxulk’arîya xwe biguhêr’e:serekwezîr

Nava sîstêma qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyêda werguhastin wê hebin.Derheqa wê yekêda wextê civîna parlamêntê, wextê r’aberkirina r’aporta derheqa mîyaserkirina berne’mên h’ukumatêye sala 2O19-a, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye.Bi gotina wî, nava encamên werguhastinada qulixdarîya bêqezîyabûna miletîyê wê pêşer’oja nêzîkda “k’emala xweye pr’aktîk” bi t’emamî biguhêr’e. “Bi t’aybetî şuxulk’arîya qulixdarîyêye lêpirsînê û dijî r’uşetxwerinê wê bi t’emamî bêne hildanê, bi saya çi ewê bikaribe t’emamîya guhdarîya xwe li ser h’elkirina sê pirsa bide merk’ezkirinê:şuxulk’arîya dijî ce’sûsîyê, şer’k’arîya dijî têr’orîzmê û bêqezîyabûn, usa jî p’arastina qeydê konstîtûsîyon”,-P’aşînyan daye zelalkirinê, k’îjan du sal pêşda ewî bi xwe hema şuxulk’arîya dijî r’uşetxwerinê danîbû li ser qulixdarîyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button