CîhanSereke

Her binelîkî Ermenîstanêyî pênca çûye pêşe’nîyê… “Nava şer’k’arîya dijî faşîzmê ermenî ji leşkerên sade h’etanî navê marşal navên xwe kirine yên nemirî”

25-ê nîsanê, malp’er’a r’esmîda, ya Organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Kolêktîv,wezîreta k’arên der miqale belav kirîye, ya ku p’êşk’êşî r’ola Ermenîstanê û cime’ta ermenîye nava şer’ê Wet’enîyêyî mezinda kirîye, k’îjanê em r’aberî we dikin.
Her binelîkî Ermenîstanêyî pênca çûye pêşe’nîyê…”Nava şer’k’arîya dijî faşîzmê ermenî ji leşkerên sade h’etanî navê marşal navên xwe kirine yên nemirî”:
Gêorgî Jûkov, marşalê Yekîtîya Sovyêtê
Bona Ermenîstanê û usa jî bona cime’tên Sovyêtê şer’ nişkêva destpê bû. Hela hê du dehsalî jî ji wan h’emû cêr’ibandina derbaz nebibûn, r’astî k’îjana Ermenîstan destpêka sedsala 2O-îda hatibû.Welat ji nûva destpê kiribû bihata dasekinandinê, senayî û malhebûna gundîtîyê pêşda diçû.Wî çaxî bona Ermenîstanê diha gelekî aşîtî û qewînbûn lazim bû.Feqet dijmin k’ete nava e’rdê welêt û h’emû binelî destpê kirin bik’evine nava cêrgên Eskrê Sor.
Li Ermenîstana Sovyêtîyê bi r’uh’darî berevbûna leşkera destpê bû, h’emû kes dice’dand welêt bip’arêze.Her binelîkî pênca ji Ermenîstanê çûye pêşe’nîyê. T’enê ji Ermenîstanê ji 3OO h’ezarî zêdetir leşker çûne pêşe’nîyê, lê 2OO h’ezar merivên e’silê xweda ermenî jî ji k’omarên başqe çûne şêr’.Nava cêrgên Eskerê Sorda ermenîya nava h’emû govekên leşkerîda şer’ kirine.Ji sed h’ezarî zêdetir ermenî, p’ir’anîya wan ji Fransîyayê û nêzîkî 2O h’ezarî ji ŞAY-ê t’evî şêr’ bûn. Ji 2OO h’ezarî zêdetir ermenî paşda veneger’îyane malê.
Şeş dîvîzîyayên ermeîya t’evî şer’ê Wet’enîêyî Mezin bûn,ji k’îjana pênc dîvîzîya ji destpêbûna şêr’da hatibûne damezirandinê. Nava dîvîzîyada qulixa xwe kirine marşal Hovhannês Bag’ramyan û Hamazasp Babacanyan.Hema destpêka şêr’da ew dîvîzîya hejmara 51-ê cêrge xebat li ser t’opraxa Îranê, paşê jî ji Stalîngradê destpêkirî h’etanî e’ynîya Balt’îkayê û Bêlar’ûsê, nêzîkî h’ezar gund û bajar’ aza kirine.
Dîvîzîya 89-ye ser navê T’amanyan li Yêrêvanê sala 1941-ê hatîye damezirandinê. Ew t’evî cer’ê Sêvastopolê, Balaklavayê û Kêrçê jî bûye. Bi fermandarîya gênêral-mayor Nvêr Safaryan dîvîzîya 89-a ji wan dîvîzayên e’wlin bû, ya ku sînorê Sovyêtê derbaz bû û nava t’opraxa Polonîyayêr’a sala 1945-a k’ete Bêr’lînê.Wextê şer’ê bona Kêrçê jî dîvîzîya ermenîye 39O-î şer’ kirîye. Dîvîzîyayên 4O8-a û 4O9-a jî nava şer’ê Wet’enîyêda berbiç’e’v bûne. Dîvîzîya 4O9-a sala 1941-ê hatîye damezirandinê, ya ku sala 1942-a sînorê dewletêyî t’evî T’irk’îyayê p’arastîye, çimkî difikirîn wekî T’irk’îya dikare êrîşê bîne li ser dewleta Sovyêtê. 3O-î h’ezar ermenî t’evî şer’ê Stalîngradê bûne, yek sêanîya k’îjana şih’îd k’etin.Bona şer’ê Kûrskê deh h’ezar ermenî şer’ kirine. Ji sed h’ezarî zêdetir ermenî li Kavkazê, Kêrçê û Qrîmê şer’ kirine. 😯 h’ezar ermenî t’evî azakirina Ûkraînayê bûne, 5O-î h’ezar li Bêlar’ûsê û nava vî şer’îda 45 h’ezar ermenî şih’îd k’etine.
Dîvîzîyayên ermenîya û leşkerên ermenî t’evî qewatên Sovyêtê k’etine Avropayê û welatên Avropî ji faşîzmê xilaz kirine. Leşkerên dîvîzîya T’amanyan li Bêr’lînê r’eqasa “K’oçerî” qedandin.
Hêna şer’ê Wet’enîyê, ermenîya pênc marşal dane:Hovhannês Bag’ramyan, admîral Îvan Îsakov, marşal Hamazasp Babacanyan,marşalê avîyasîyaê Sêrgêy Xûdyakov, marşalê leşkerên înjênêrîyê Sêrgêy Aganov.Ji 6O-î zêdetir gênêralên ermenî qulixên fermandarîyêye cuda-cudada qulix kirine. Dawîya şêr’da 83 ofîsêra navê gênêralîyê stendine.
Ermenî ne t’enê çawa fermandarên eskerê r’êgûlyar berbiç’e’v bûne, lê usa jî emekê xwe kirine nava şer’k’arîya partîzanîyê.Li Fransîyayê nava k’oma Alêk’sandr G’azaryane partîzanîyêda 12OO ermenî hebûn, lê nava h’eja berxudana Fransîyayêda Mîsak Manûşyan bûye mêrxasê Fransîyayêyî miletîyê.
Ermenî usa jî t’evî ce’sûsîya leşkerî jî bûne. Hema Îvan Ag’ayan t’evî opêrasîyona li T’êhranê bû, wextê k’îjanê îzin nedan, ku t’evbûên civîna T’êhranê, serk’arên welatên t’ifaqdar bikujin.
Meriv usa jî nikare derheqa wê xebatêda nebêje, bi saya k’îjanê sîlih’ û cebirxane digîhandine cîyên şêr’. K’arxanên Ermenîstanê bona pêşe’nîyê eşîyayên stratêjîye pêwîst çê dikirin.
Mîrat’a çandî jî ji t’alankirinê û t’unekirinê bi saya gelek şuxulk’arên ulmî hatine xilazkirinê.Serk’arê êrmîtaja Lênîngradêye dewletê, akadêmîk-r’ohilatzan Hovsêp’ Orbêlî nava çend r’ojada t’eşkîl kir, ku heykel û nimûnên dîrokîye giranbiha cîguhastî bikin. Wextê prosêsa Nyûrnbêrgêye meh’kemê, şe’detîyên Hovsêp’ Orbêlî bûne şe’detîya t’unekirina qîmetîyên çandîye ji alîyê faşîstada.
Nehê gulana sala 1945-a meydana Yêrêvanêye merk’ezîye ser navê Lênîn bi heyteholî cejina serk’eftinê dida k’ifşê.
Xweykirina bîranîna azadarên mêrxas û pesindayîna wana, meşeke serk’eftinêye t’omerîye. R’oja îroyîn li Ermenîstanê nêzîkî 6OO heykelênê t’evbûên şer’ê Wet’enîyêyî Mezin bin p’arastina dewletêdanin. Cime’ta ermenî qedirê h’emû mêrxsên xwe digre û wana bîr tîne.Qedir û r’ûmet bo h’emû mêrxasa.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button