SerekeSîyasî

Protêstokirinên li Îraqê careke mayîn destpê bûn, nenihêr’î wê yekê,wekî K’azimîyê serekwezîr soz daye ku wê r’êforma derbazke

Çend provînsîyayên Îraqê, nava wanda usa jî Beg’da bûne şe’dên p’êla protêstokirinaye nû.Protêstokirin meha sibatêda sekinîbûn. Wî çaxî cime’tê de’w dikir, ku qulixdarîyên h’îmlî bidine wan û usa jî r’uşetxwerinê bidine sekinandinê, pêr’a jî îzinê nedin, ku welatên mayîn t’evî k’arên Îraqêyî hundur’bin.Bi sivikkirina h’alê r’ûê koronavîrûsêda pêþdahatî, tê bêjî protêstokirin careke mayîn destpê dibin, aktîvîst nava t’or’ên sosîyalîda banga dêmonstrasîyayên nû dikin.Em bêjin,wekî ev protêstokirin şeva yekşemê li provînsîya Basirayê destpê bûn, li k’îderê de’wê dikin, ku serokê qezayê Esed Al Êydanî û du cîgirên wî ji qulixê derxin.Wî çaxî du protêstokir ji agirkirina birîndar bûn. Peyî wê yekêr’a protêstokira t’evr’abûn destpê kirin.Wextê birîfîngê, serekwezîrê Îraqê Mistefa Al K’azimî e’lam kirîye,wekî ewî e’mir kirîye, ku h’emû protêstokirên girtî aza berdin, xêncî wan meriva, yên ku xirabk’arî mîyaser kirine.Ewî usa jî e’mir kirîye ku protêstokirên e’dil bip’arêzin û zordarîyê hindava wanda mîyaser nekin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button