H’emû nûçeSereke
T’eşkîleta h’emdinîyaêye saxlemîxweykirinê 3O-î tonn alîk’arîya doxtirîyê gîhandîye Qamişloyê
T’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê 3O-î tonn alîk’arîya doxtirîyê gîhandîye bajar’ê Sûrîyayêyî Qamişloyê.K’atibê prêssayê, yê organîzeyêyî li Sûrîyayê T’wîttêrêda nivîsîye,wekî nava du salada cara e’wline,wekî 3O-î tonn alîk’arîya doxtirîyê hatîye Qamişloyê.Ewî serda zêde kirîye,wekî alîk’arî bona h’ewcetîyên doxtirîyê û ç’areserkirina h’ewcetîyên binelîyên neh’îyê hatîye şandinê. Pêşda t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê e’lam kiribû,wekî 2O tonn dû-derman û eşîyayên doxtirîyêye mayîn şandibûne Qamişloyê, lê nevsên cîye r’esmî e’lam kiribûn, wekî r’ûê r’êjîma Sûrîyayêda, wana ew alîk’arî nestendîye.Wana e’lam kiribû,wekî t’enê ji Herêma K’urdistanê alîk’arî stendîye.