H’emû nûçe

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 180 merivîva zêde bûye û gihîştîye 3718-a

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 180 merivîva zêde bûye û gihîştîye 3718-a. Derheqa wê yekêda merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya e’lam kirîye.Niha 2149 meriv qenc dibin, 34 766 têst hatine kirinê, 1500 meriv îdî qenc bûne.H’etanî niha 48 meriv wefat bûne.Em bîr bînin wekî girêdayî belavbûna koronavîrûsêr’a, li Ermenîstanê r’êjîma h’alê qeydeder hatîye e’lamkirinê, ya ku wê h’etanî 14-ê gulanê êvarê seh’eta pênca berdewambe. Ji çarê gulanêda cêrge sînorkirinên girêdayî çûyîn- hatina welatîya û şuxulk’arîya êkonomîkîr’a hatine derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button