H’emû nûçeSereke

Li K’urdistanê welatî r’azalixîyê e’lamî qulixdarîyên bêqezîyabûnê û doxtira dikin

Bi deha meriv li p’ayt’exta K’urdistanê-Hewlêrê berev bibûn, bona ku r’azalixîyê e’lamî qulixdarîya bqezîyabûnê û xebatk’arên doxtirîyê bikin bona zeftkirina belavbûna koronavîrûsêye t’eze. Bi saya wê t’eşkîldarîyê meriva e’lametîyên kurt nivîsîne û li merk’eza Hewlêrê, li cîyên cûr’e-cûr’e hiştine.Organîzeya navnet’ewîye bi navê “Pêşmerge” gotîye BasNews-ê wekî meriv berev bûne, ku xebata xebatk’arên doxtirîyê, usa jî yên qulixdarîyên bêqezîyabûnê qîmetkin. Hatîye dîyarkirinê,wekî bi vê t’eşkîldarîyê usa jî bang hatîye kirinê, ku r’azalixîyê e’lamî binelîyên Herêma K’urdistanê bikin ku wana h’emû qanûnên h’ukumatê mîyaser kirine.H’ukumata Herêma K’urdistanê nava h’ukumatada tê h’esabê çawa h’ukumata açix, ya nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê.H’etanî niha li Herêma K’urdistanê 391 nexweş hebûne, ji k’îjana 371 qenc bûne. Bi t’omerî hildayî pênc meriv wefat bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button