H’emû nûçe

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 142 merivîva zêde bûye û gihîştîye 3860-î

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 142 merivîva zêde bûye û gihîştîye 3860-î. Derheqa wê yekêda merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya e’lam kirîye.Niha 2218 meriv qenc dibin, 36 016 têst hatine kirinê, 1572 meriv îdî qenc bûne.H’etanî niha 49 meriv wefat bûne.Em bîr bînin wekî girêdayî belavbûna koronavîrûsêr’a, li Ermenîstanê r’êjîma h’alê qeydeder hatibû e’lamkirinê, ya ku h’etanî 14-ê gulanê êvarê seh’eta pênca berdewam bû,lê h’ukumatê têr’a dît h’alê qeydeder ji 16-ê adarê dirêjke, k’îjan wê h’etanî 13-ê h’ezîranê berdewambe.Pr’ojeya vê qirarê nava r’ojeva civîna h’ukumatêda bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button