H’emû nûçe

Nîkol P’aşînyan:”Li R’ûsîyayê gelek welatîyên me hene, yên ku paşda tên:h’emû kesê jî bên”

Davît’ Harût’yûnyanê ku piştgirîya ermenîyên ku dixwezin paşda veger’ine R’ûsîyayê dike, t’evî meriva qise dikir,wextê ku Nîkol P’aşînyanê serekwezîr ji avayê h’ukumatê derk’et û nêzîkî wan bû.Nîkol P’aşînyan Davît’ Harût’yûnyanê mafp’arêz û wan merivar’a got, ku bona çi ew bêyî maskene û paşê serda zêde kir:”Ez jî we h’iz dikim , lê qanûnên bêqezîyabûnê gerekê bêne xweykirinê. Ez haj pirsgirêka we heme, fe’m dikim, lê hela hê pirs hene”. Welatîya careke mayîn anîne bîra serekwezîr ku ew dixwezin paşda veger’ine R’ûsîyayê.Davît’ Harût’yûnyanê mafp’arêz berbir’î serekwezîr bû û got, ku ew hîvî dikin ku Gurcistanêr’a xeberdin, çimkî eva pirseke dîplomatîke.Ji hazira yekî jî gote serekwezîr,wekî jin û zar’okên wî li R’ûsîyayê mane û r’ûê wê pirsgirêka îdî malbet jî p’arç’e dibe”.Miqaledar ji serekwezîr pirsîye: “Birêz P’aşînyan, hûn berbir’î wan meriva nabin, ku dewsa çûyîna li R’ûsîyayê malbetên wana bi t’emamî paşda veger’ine welêt. Serekwezîr got:” Em berbir’î wan dibin, li R’ûsîyayê gelek welatîyên me hene, yên ku paşda tên.Ez gumanim,wekî ewê jî paşda veger’in”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button