
Şêwira k’urdaye yektîya miletîyê daye dîyarkirinê,wekî bona h’elkirina pirsgirêka k’urde li Sûrîyayê, lazime ku h’ejên k’urdaye sîyasî bibin yek.Nava e’lametîya k’atibtîya şêwirêda hatîye gotinê,wekî 12-ê gulanê şêwirdarî girêdayî pirsgirêka k’urdr’a derbaz bûye û hatîye dîyarkirinê,wekî gerekê partîyayên k’urdaye sîyasî yektîya xwe bidine ç’areserkirinê.Usa jî hatîye gotinê,wekî r’êjîma Sûrîyayê mînanî berê mêt’odên leşkerî çawa h’elkirina pirsgirêkê dide xebatê û bo wê yekê jî şêwira miletîyê berbir’î civaka navnet’ewî bûye, ku h’ukumî li ser r’êjîma Sûrîyayê bikin, ku prosêsa sîyasîye ya li Sûrîyayê destpêkin.Hatîye dîyarkirinê,wekî bona p’arastina mafên k’urda û miletên mayîn, usa jî bona dêmokratîzasîyakirina Sûrîyayê alî gerekê t’evayî bixebitin.Xeberdan usa jî derheqa t’er’ibandina mafên mêrive li E’frînê, r’evandin û zordarîya hindava binelîyên e’dilda çûye û bang hatîye kirinê, ku xirabk’ara li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.Şêwirê usa jî r’azalixî e’lamî ŞAY, koalîsîyona navnet’ewî û Herêma K’urdistanê kirîye bona ce’dandinên bo yekbûna di navbera k’urdada.







