H’emû nûçe

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê bi 184 merivîva zêde bûye û gihîştîye 4044-a

Li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê nava r’ojekêda bi 184 merivîva zêde bûye û gihîştîye 4044-a. Derheqa wê yekêda merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya e’lam kirîye.Niha 2304 meriv qenc dibin, 37 476 têst hatine kirinê, 1666 meriv îdî qenc bûne.H’etanî niha 52 meriv wefat bûne.Em bîr bînin wekî girêdayî belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a, li civîna h’ukumata Ermenîstanê qirar hatîye qebûlkirinê, ku r’êjîma h’alê qeydeder bi mehekê dirêjkin.Ewê h’etanî 13-ê h’ezîranê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button