H’emû nûçeSereke

Malbeta şorişvana k’urd Leyla Qasim pêşnîyar kirîye ku mexberê şorişvanê cîguhastî li Mûzêya K’urdistanê bikin

Xwîşka Leyla Qasime, ya ku sala 1974-a bona dijîderk’etina hindava partîya BAAS-ê hatîye îdamkirinê, bang kirîye ku mexberê Leyla Qasim cîguhastî li ser wî e’rdîkin, li k’îderê gerekê Mûzêya K’urdistanê bê çêkirinê. Li R’ohilata Navîn, sedsala 2O-îda, Leyla Qasim aktîvîsta sîyasîye jine e’wline ku hatîye dardakirinê û îdamkirina wê nisileteke jinaye t’am r’akire ser p’îya, yên ku gihîştine h’eja k’urdaye miletîyê. Ew li Necefê, li başûrê Îraqê hatîye definkirinê, nenihêr’î wê yekê, wekî pêşîya mirinê ewê bi dengê bilind gotîye, ku xwestina wê ewe, ku li K’urdistanê wê defin bikin.Wextê progirama bîranînê, xwîşka Leylê gotîye,wekî ew we’de hatîye ku wê li welatê wêda definkin. Leyla Qasim wî çaxî wefat bû, wextê ku k’urd li bakûrê Îraqê nava dereca şorişa sîlih’kirîye dijî r’êjîma Îraqê bûn.Navê wê dîsa welatîyên wê r’uh’dar dike, bona şer’k’arîya bo dewletbûnê, nenihêr’î wê yekê, ku ew meriv ji k’îjan partîyayên sîyasîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button