H’emû nûçe

Ermenîstan bin gefxwerinada wê hevr’axeberdana derbaz neke: h’elkirina pirsgirêka Arsaxê ya bi qewatê nîne: P’aşînyan

Nava vê dehsalîya dawîda h’alê li ser sînorê ermenîya-azêrîya sertbûîye.Derheqa wê yekêda wextê prêss-konfêransê, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye, wextê ku ewî bersiva pirsa r’ojne’mevan daye ku nava van çend mehên axirîyêda h’al li ser sînorê ermenîya-azêrîya sincirîye û serbara esrda çend r’oj pêşda , azêrîya bi ç’ekên mezin berbi gundê qeza Tavûşêyî Bêrk’abêrê agir kirîye û zyan gîhandîye malên li wir.R’ojmen’evan pirs daye, ku Ermenîstan çawa dikare dijî van kirina derk’eve, yan jî gavên çi cûr’eyî biavêje. “H’emû tişt dîsa usa dimîne, hazirîya şer’k’arîya qewatên meye sîlih’kirî, yektî û qewata me, cûr’ên hevr’axeberdanaye dîplomatîk gerekê bêne xweykirinê.Me tiştek gotîye, wekî bi tirsandina bi şêr’, bin gefxwerinada Ermenîstanê hevr’aeberdana derbaz neke û em difikirin,wekî pirsgirêka Arsaxê t’u cara wê bi qewatê neyê h’elkirinê.H’al li ser sînor sincirîye, lê heger em dixwezin himberî we’dê derbazbûyî bikin, niha h’al li ser sînor diha e’dile”,- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button