H’emû nûçeSereke

R’ûsîyayê 15O-î tonn alîk’arîya hûmanîtarî şandîye K’urdistana Sûrîyayê

H’ukumata R’ûsîyayê bi deha tonn alîk’arîya hûmanîtarî şandîye K’urdistana Sûrîyayê.Em bêjin,wekî R’ûsîyayê ji baza xweye leşkerî bi r’îya hewê 15O-î tonn alîk’arîya hûmanîtarî gîhandîye bajar’ê Qamişloyê. Hatîye r’agîhandinê,wekî beşeke alîk’arîyê, dik’evine nava k’îjanê eşîyayên xwerinê, wê li bajar’ê Ayn Îsayê, lê beşek jî wê li bajar’ê Qamişloyê bêne p’aravekirinê. R’ûsîyayê alîk’arîya wî cûr’eyî pêşda şandibû, lê belayî li ser wan welatîya kiribûn, yên ku li cîyên bin kontrola r’êjîma Sûrîyayêda dijîn. Vê carê seroketîya R’ûsîyayê e’lam kirîye,wekî ew alîk’arî wê wekehev li ser h’emû welatîya bê p’aravekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button